Encamnameya Lûtkeya Bexdayê hat ragihandin

.

Piştî bidawîbûna civînên Lûtkeya Bexdayê ya ji bo Hevkarî û Hevbeşiyê, ku bi beşdariya serkirdeyên welatên cîranên Iraqê, Fransa û hejmarek welatên Kendavê li Bexdayê birêve çû, encamnameya hevbeş ji aliyê serkirdeyên beşdar ve hat ragihandin.

Di encamnameya Lûtkeya Bexdayê de hat ragihandin: “Beşdarên konferansê diyar dikin ku ew li gel xelk û hikûmeta Iraqê ne û tekezî li ser hevgertina hewlan kirin ji bo seqamgiriya navçeyê.”

Di encamnameyê de hat gotin: “Em wek Iraq spasiya Fransayê dikin ku ji bo sazkirina vê konferansê hewl da.”

Herwiha hat diyarkirin ku welatên beşdar pêşwazî li hewldanên dîplomatîk ên Iraqê kirin bo kûrkirina hevkariya siyasî, ekonomîk û ewlehî û nêrîneke li ser bingeha berjewendiyên hevbeş.

Hilbijartinên Parlamentoyê ku dê 10ê Cotmehê birêve biçin di rojeva lûtkeyê de bû û beşdarên lûtkeyê piştevaniya xwe ji daxwaza çavdêriya navdewletî ya hikûmeta Iraqê eşkere kirin bo hilbijartinan.

Di encamnameyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku beşdarên konferansê li ser kûrkirin û pêşxistina hevkariya di her warî û li ser berjewendiyên hevbeş, rêzgirtina li serwerî û destêwernedana di karûbarên navxwe de gihiştin biryarê û tekez kirin ku ew dê piştevaniya hikûmeta Iraqê bikin bo xebatên jêrxan û jinûveavakirina Iraqê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî lûtkeyê, konferanseke rojnamevanî saz kir û amaje bi wê kir ku ev heyamek e dirêj e, lûtkeyeke bi vî awayî nehatibû lidarxistin ku welatên navçeyî tê de cih bigirin û got ku di vî warî de ev lûtke yekemîn e “Iraqê karî wan welatan bîne cem hev ku pirsgirêk di navbera wan de hene.”

Fuad Husên got; seqamgiriya Iraqê tê wateya seqamgiriya navçeyê û Lûtkeya Bexdayê dê aloziyên li navçeyê kêm bike û dê bibe handerek bo civînên navçeyî di pêşerojê de.

Herwiha piştî lûtkeyê, di navbera Qeter û Îmaratê de di asta bilind de hevdîtinek pêk hat û di civînê de Mîrê Qeterê û Cîgirê Serokê Îmaratê cih girtin.

Ji xeynî welatên cîranên Iraqê, Fransa, Siûdiye, Misir, Komkara Erebî û hinek welatên din yên Erebî beşdarî Lûtkeya Bexdayê bûn.

Di civînê de Îran, Tirkiye û Siûdiye li ser asta wezîrên derve beşdar bûn. Serokkomarê Misirê, Şahê Urdinê, Mîrê Qeterê û Mîrê Kuweytê di civînê de beşdar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di lûtkeyê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku Iraq naxwaze bibe meydana yekalîkirina hesabên welatan.

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir