Emmanuel Macron parlamento hilweşand

.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew Parlamentoya Nereweyî hildiweşîne û dê hilbijartineke pêşwext a giştî li dar bixin.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) hatin eşkerekirin.

Li gorî encamên destpêkê, li Fransayê Partiya Yekîtiya Neteweyî (RN) di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de ji sedî 31,50yê dengan bi dest xist.
Partiya RNyê partiyeke rastgir e û dijberiya penaber û koçberan dike.

Li aliyê din, Partiya Ronesansê ya Emmanuel Macron jî ji sedî 15,2yê dengan bi dest xist.

Emmanuel Macron li ser encamên hilbijartinan û kêmbûna dengên partiya xwe biryara hilweşandina Parlamentoyê Neteweyî Fransayê da.

“Em dê hilbijartineke pêşwext li dar bixin”

Emmanuel Macron daxuyaniyeke nivîskî belav belav kir û wiha got:

"Ev encam ji bo partiyên Ewropayê diparêzin ne baş bû.

Em dê di navbera 30yê Hezîran - 7ê Tîrmehê de hilbijartineke giştî ya pêşwext li dar bixin.

Min biryar da ku bi dengdanê careke din hilbijartina paşeroja me ya parlementoyê bixim destê we.

Ji ber vê yekê ez dê êvarê Parlamentoya Neteweyî hilweşînîm.”

Macron amaje bi wê yekê jî kir ku dê îşev li gorî dema herêmî saet 22:00an bi wezîrên hikûmetê jî re bicive.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Koşka Sipî: Amerîka cezayên li ser Sûriyeyê radike
Hisên Omer: Li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye
Hawara Çiyayê Kurmênc
Rêbiwar Taha: Li Kerkûkê 3 katyuşa ketin xwarê