Emmanuel Macron ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand

.

Bi hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî û malbata şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, min xwest vê wefedariyê û dostatiyê bilind ragirim. 

Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies nameyeke serokê welatê xwe Emmanuel Macron ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gihand, ku tê de hatiye diyarkirin: “Şerefmend û kêfxweş im ku li ser navê Fransa û li ser navê xwe spasiyan pêşkêşî cenabê te bikim, ji bo wê pêşwaziya germ ku li Hewlêrê li min kir.”

Îro pêncşemê 30ê Îlona 2021ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê civînê ragihand; di hevdîtinê de, Konsulê Fransayê Olivier Decottignies nameyeke Emmanuel Macron Serokê Fransayê gihandiye Nêçîrvan Barzanî.

Di vê nameyê de, Macron serdana xwe ya bo Hewlêrê bi bîr tîne û ji ber pêşwaziya germ a li wî, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Naveroka nameya Macron bo Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Rêzdar cenabê serok, Nêçîrvanê hêja

Şerefmend û kêfxweş im ku li ser navê Fransa û li ser navê xwe spasiyan pêşkêşî cenabê te bikim, ji bo wê pêşwaziya germ ku li Hewlêrê li min kir, wek çawa di hevdîtin û civînên me yên berê de li Bexda û Parîsê, min soza serdana Hewlêrê dabû we.

Fransa û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne ku divê em di asteke bilind de ragirin. Ev rihê dostanî û bawerî û wefedariyê di civîna me de rengvedan li ser dewlemendiya guherîna bîr û nêrînên me hebû, herwiha bi hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî û malbata şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, min xwest vê wefedariyê û dostatiyê bilind ragirim.

Ez piştrast im ku Herêma Kurdistanê dê sûdmend be ji wan pêşketinên di konferansa Bexdayê de bo hemahengî û hevbeşiyê bidest hatin, piştrast im jî ku Fransa li dijî terorê, herwiha ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û civakî, li ser pabendiya xwe li gel we, berdewam dibe.

Bi nûkirina wefedartirîn hêviya min bo serkeftina te cenabê serok, rica dikim rêza min a bêdawî qebûl bikin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin