Embareka çekan hat dîtin

Polîsê Federal ê Iraqê li parêzgeha Kerkûkê dest danîne ser embareka çek û teqemeniyên rêxistina terorê DAIŞê.

Polîsê Federal ê Iraqê li parêzgeha Kerkûkê dest danîne ser embareka çek û teqemeniyên rêxistina terorê DAIŞê.

Îro înê 02/08/2019an polîsê federal ê Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê da aşkere kiriye ku wan li gundê Cewale yê nahiyeya Riyaz ya Kerkûkê wan dest daniye ser ambareke veşartî ya DAIŞê ku tê da çek û teqemeniyên wê rêxistinê tê da ne.

Herwiha di daxuyaniyê da hatiye aşkerekirin jî zêdetir ji 100 bombeyên dihêne çandin û bi dehan cûre topên hawênan hatine dîtîn.

Demeka dirêje rêxistina terorîst DAIŞê dîsan li parêzgeha Kerkûkê û navçeyên wê dîsan dest bi tevgerê kiriye û hêzên emnî û xelkê sivîl dikin armanc.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist