Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller ragihand, rêveberiya Amerîkayê di çend aliyên de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller di korbenda enerjiya Iraqê de ragihand ku ew alîkariya Iraqê di warê enerjiyê de dikin, daku Iraq pişt bi Îranê girê nede.

 

Matthew Tueller diyar kir ku Washington piştgiriya planên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo xweşkirina jiyana welatiyan û di warê enerjiyê de jî alîkariya Iraqê dikin.

 

Balyozê Amerîka li Iraqê herwiha got, di warê elektîrîkê de, Amerîka alîkariya Herêma Kurdistanê dike, daku bikar xizmetguzariyeke baş pêşkêşî welatiyan bike.

 

Matthew Tueller wiha axivî: “Bê guman armanca me ewe, ku em ji bo berjewendiyên Iraqê gavên baş bavêjin daku Iraq di warê enerjî û bikaranîna çavkaniyên xwe de bigihêje asta serxwebûnê. Ev yek dê pere ji bo Iraqê peyda bike, herwiha dê girêdana Iraqê bi hawêrdekirina gazê ji Îranê kêm bike, her ev yek di berjewendiyên Iraqê de ye.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist