Em ê partiya xwe vegerînin ser bingeha xwe

Rêveberekî Tevgera Gorran ragehand, dê partiya xwe vegerînin ser bingeha xwe û guhertinan dê ava bikin.

Endamê Civata Niştimaniya Gorran Nesredîn Mehmûd ji basnewsê re ragehand, bi helbijartinên Xaneya Raperandin û derxistina pêş a hin kesên nû, dê guhertinên giring nav Gorran de bike, ji ber bernameya nû datînin û karê baş dikin bo ku Gorran bînin ser bingeha xwe.’’

 

Nesredîn Mehmûd ragehand, serdana hemû wan dengdêr û berpirsên Gorran dê bikin, ku bi awayekî ji Gorran aciz bûne yan jî jê dûrketine. ‘’Bêguman eger her pêşneyar û projeyek wan hebe, emê guhdariyê lê bikin bo ku em bikarin Gorran bihêz bikin.’’

Rêveberê Gorran diyar kir, du qonax di qonaxên nûbûna Gorran de bicîhanîn, ku ew jî bi taybet helbijartina desteya Civata Giştî û Xaneye Raperandin in. ‘’Bernameyên me yên din jî hene û em hewla wê yekê didin ku konferansa niştimanî û helbijartinên navxweyî bikin. Lê li gor dem û rewşa li herêma Kurdistanê dê ew jî pêkbê.’’

BASNEWS

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist