Êlih: Her nîv saetê carek xwe dixe sarincokê

Ji bo hênikbûnê ew her nîv saetê carek dikeve sarincokê û piştî 5 deqîqe dîsa derdikeve û karê xwe dike.

Li Êlih/Batmanê termometir nêzî 50 derece ye û germayî tesîra wê zêdetir li esnafan dibe; bi taybet jî hesinkar û nanpêj(firnecî) di karê xwe de gelek zahmetî dikşînin.

Baris Tan ê Firnecîyê li Taxa  Merkez Belde dibêje; ji bo hênikbûnê ew her nîv saetê carek dikeve sarincokê û piştî 5 deqîqe dîsa derdikeve û karê xwe dike. Li gorî ew dibêje; li ber firneyê germayî digihîje 65 dereceyan û meriv hew dikare tehamûla germê bike.

Ne tenê li Êlihê li Diyarbekirê, li Rihayê û gelek bajarên din yên bakurê Kurdistanê xelk ji germayîyê aciz in û ji malên xwe dernakevin deve.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist