Elî Rehmûn: Dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re dê bileztir bibin

.

Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Elî Rehmûn ji Rûdawê re ragihand ku dan û standinên wan ê bi hikûmeta Sûriyeyê re dê bileztir bibin.

Elî Rehmûn diyar ku ew li benda civîneke girîng a di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barack de ne.

Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Elî Rehmûn bal kişand ser vê yekê ku piştî vê hevdîtinê dan û standinên li gel hikûmeta Şamê dê bikevin qonaxeke nû û bileztir.

Hêjayî gotinê ye ku 10ê Adara îsal di navbera Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer de peymaneke ku ji 8 xalan pêk dihat hatibû îmzekirin.

“Em dê derbasî qonaxeke nû bibin”

Elî Rehmûn ji li ser vê peymanê ji Rûdawê re got:

"Sedema sereke ya bicihneanîna peymana heyî, ew nakokiyên navxweyî yên di nav desthilata Sûriyeyê de ne ku bûne egera bipaşketina pêvajoyê.

Lê belê piştî civîna birêz Barack û Fermandar Mezlûm Ebdî em dê derbasî qonaxa bicihanîna xalên peymanê bibin."

Li gorî naveroka wê pêymanê, komîteyên ku ji bo birêvebirina lihevkirinê hatine avakirin dê kar li ser bicihanîna wê bikin û armanc ew e ku berî 2025an biqede ev pêvajo bi dawî bibe.

Çawkani: Rudaw

Siyaset Haberleri

Wezîrê Geştyariyê: Em dê Colemêrgê bikin bajarekî geştyariyê
Abdurrahîm Firat: Rola Herêma Kurdistanê ya di danîna çekan de girîng e
Hakan Fidan li Enqerê bi şandeya Hamasê re civiya
Trump ji Serokê Fedê re: Îstifa bike
Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir