Elawî: Avakirina hikûmeta nû bêyî beşdariya Tevgera Sedr wê rewşa Iraqê aloztir bike

.

 Sekreterê Giştî yê Tevgera Wetenî ya Iraqê Ayad Elawî li ser twitterê diyar kir û got, avakirina hikûmeta nû bêyî beşdariya Tevgera Sedr ku serketiya yekem a hilbijartinan e, îsbat kir ku ew ne li pê peywiran, bi qasî avakirina hikûmeteke niştimanî ye.

Elawî di peyama xwe de eşkere kir: “Çêtir bû ku hemû hewlên xwe bidin ji bo vegerandina Tevgera Sedr ji bo proseya siyasî û diyalogeke niştimanî ji bo avakirina hikûmeteke hevpeymanî ku xizmeta hemû zarokên gelê Iraqê bike.”

Hêjayî gotinê ye, ev peyama Ellawî, piştî ku Parlamentoya Iraqê piştî destjikarberdana fraksiyona Sedr dest bi hewlên berdewamkirina proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû kiriye hat.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist