El Zurfî: Emê pirsgirêkan bi herêma Kurdistanê re çareser bikin

Ednan El Zurfî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate erkdar kirin, yekem peyama xwe belav kir û soza çareser kirina pirsgirêkên Iraqê da.

Navenda Nûçeyan - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duh Parêzgarê berê yê Necefê Ednan El Zurfî ji bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê erkdar kiribû.

Ednan El Zurfî di peyama xwe de ragihand, erkdar kirina wî bo peywira Serokwezîrtîya Iraqê, berpirsatîyeke dîrokî ye û ew hemû karînên xwe dê bixe xizmeta gelê Iraqê.

Ragihand jî ew dixwaze hikûmetekê bi beşdarîya hemû pêkhateyan û dûrî pişkepişkîneya partîtî pêk bîne.

El Zurfî dîyar dike, ew bi ti awayekî qebûl nake alîyên sîyasî namzedên partîyan li ser wî bisepînin.

Ednan El Zurfî tekez dike, ew pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin û hevkarîya Pêşmerge dike.

Herwaha sozê jî dide, dê lêkolînê di pirsa kuştina xwepêşanderan de jî bike.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist