Ekrem Husên: Yekrêzîya Kurdî pêkneyê, encamên xerab rû didin

"Bandora Rûsya liser Enqere û Şamê jî heye. Rûsya bû, ku nehişt Tirkîye zêdetir destwerdanê li rojavayê Kurdistanê bike"

Navenda Nûçeyan- Şirovekarê sîyasî Ekrem Husên ji K24 re ragihand, ku hebûna Rûsya bi awayek bihêz li rojavayê Kurdistanê lipêş tevgera sîyasî ya rojavayê Kurdistanê pêwistîya pêwendîyek zêdetir ligel Moskow tîne pêş, herweha danûstandinên Moskow ligel Şam û Enqere dikarin metirsîyê jî, dirust bikin.

Ekrem Husên got, ku pêwendîyên Kurd dive ligel hemû alîyan hebin, lê bi taybet Rûsya û Amerika re, heta bi Tirkîye û Îranê jî. Jiber ku alîyên bihêz di Krîza Sûrîye de ev alî ne. Amerika û Rûsya Sûrîye li hevûdu par kirin e. Berî niha Amerika liser erdê li herêmên Kurdî bihêztir bû, lê niha Rûsya bihêztir e. Ev jî egera pêwendîyek zêdetir bi xwe re tîn e.

Bandora Rûsya liser Enqere û Şamê jî heye. Rûsya bû, ku nehişt Tirkîye zêdetir destwerdanê li rojavayê Kurdistanê bike. Alîyên Kurd dixwazin Rûsya bibe garantorek di navbeyna Kurd û Şamê de, lê heta niha Moskow eşkere di vê babetê de nehatîye pêş. Di Pirsa Kurd de, bi awayek bibandor tevnagere. Liser erdê gavên ciddî navêje.

Ekrem Husên dîyarkir, ku yekrêzîya Kurdî mixabin pêknayê, ev yek jî bandorek xerab li çareserîya pirsa Kurd dike.

 

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist