Ekrem Hiso: Pêwîstîya Rojavayê Kurdistanê bi alîkarîya aborî û tendirustî heye

Jiber belavbûna vayrusa Koronayê li seranserî cîhanê û gefa wê li ser jîyana mirovan, Rêvebirîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jibo parastinê ji Korona gavên ewlehîyê û tendirustîyê avêtine.

Navenda Nûçeyan - Sîyasetmedar Ekrem Hiso di hevpeyvîna xwe de ji VOAyê re hin xalên serekî di derbarî rewşa Rojavayê Kurdistanê şîrove kir.

Hiso anî zaman ku Xweserîya Demokratîk li herêmê hin biryar û jibo parastinê ji vayrusa Korona hazirîyên wek qedexekirina çûn û hatinê, amadebaşîya tîmên tendirustîyêderxitine û nexweşxanên xwecîhî amade kirine.

Lê, di heman demê de jî wî got, ku alîkarîyek lezgîn ji alîyê aborî, û tendirustî ve ji herêmê re pêwîst e, jiber kêmbûna alav û keresteyên saxlemîyê.

Wî herwiha got ku Hêzên Sûrîya Demokratîk jibo hemî cîhanê dijî DAIŞê şer kirine û niha divê ku hevpeymanîya navneteweyî li wan xwedî derkeve û di şerê li dijî vayrusa korona de alîkarîya wan bike.

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin