Ekmen îro li 42 qehwexaneyan gerîya

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, îro serdana 42 qehwexaneyan kir.

Îro 25ê Adarê, bi çerçoveya xebatên hilbijartinê, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Mehmet Feyyaz Ekmen, digel komîsyona hilbijartinê, çû serdana 42 qehwexaneyan.

Di serdanê de Feyyaz Ekmen, bi hezaran Batmanîyan re bi rûbirû têkilî danîn û behsa projeyên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û pirsên wan bersivandin.

Li qehwexaneyan, Namzetê Serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen, rastî pêşwazîyeke germ hat û meraqdaran pirs lê kirin û Ekmenî jî behsa projeyên xwe kir.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist