Ehmed Turk bêtewan hat dîtin, lê li cihê wî, dîsa jî Qeyyum heye

Ehmed Turk, ji dosya ku bû bû hinceta jikardûrxistina wî û danîna qeyum, bêtawan hate dîtin.

Navenda Nûçeyan - Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û Hevşaredara Çîyayê Mazî ya Mêrdînê Necla Yildirim, jiber beşdarî şîna endamek PKKê bûne, bi bangeşeya rêxistina terorê hatibûn tometbarkirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê, vekirina dozê wek hinceta jikardûrxistina Ehmed Turk û Necla Yildirim nîşan da bû.

Di rûniştina dawî ya dozê de, tevî Ehmed Turk pênc endam û rêveberên HDPê yên Mêrdînê bêtawan hatin dîtin.

Dadwerê Dadgeha Sizaya Giran ya Mêrdînê da xuyakirin, beşdarîkirina şînê netawan e û bo tawanbarkirinê tu delîlek din jî nîn e.

Ehmed Turk, ji dosyeya bangeşeya PKKê, du car ji Serokê Şaredarîya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist