Ehmed Şer: Em dê ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî komîteyekê ava bikin

.

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz ragihand ku ew dê li ser avakirina hikûmeteke veguhêz a giştgir bixebitin û dê ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî komîteyekê ava bikin.

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer doh gotarek pêşkêş kir.

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz got:

“Min doh piştî şêwirmendiya bi pisporên qanûnî re ji bo garantîkirina meşandina pêvajoya siyasî di çarçoveyeke qanûnî de ev berpirsyarî stand.”

Ehmed Şer diyar kir ku ew dê li ser avakirina hikûmeteke veguhêz a giştgir bixebitin ku “nûnertiya rengîniya Sûriyeyê bi jin û mêr û ciwanên xwe ve bike heta ku bigihêjin qonaxa hilbijartineke azad û pak.”

Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê 29ê Kanûna Pêşîn biryar da ku Ehmed Şer ji bo qonaxa veguhêz bibe Serokkomar û parlamento, Partiya Beasê û artêşa Sûriyeyê jî hilweşandin.

Serokkomarê Sûriyeyê amaje pê kir ku ew dê ji bo diyarkirina parlamentoya biçûk komîteyekê ragihîne ku valahiya parlamentoyê dagire.

Ehmed Şer destnîşan kir ku di rojên pêş de ew dê ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî komîteyekê ava bikin ku bi rêya wê guhdariya nêrînên li ser bernameya siyasî ya paşerojê bikin.

Ehmed Şer wekî serokkomar hat wezîfedarkirin ku parlamentoyeke demkî ji bo qonaxa veguhêz ava bike, heta ku destûreke daîmî tê pejirandin.

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz ragihand ku dê gava wan a pêş wekî çarçoveya qanûnî ya ji bo qonaxa veguhêz ragihandina destûrekê be.

Kurdistan Haberleri

Li Rojavayê Kurdistanê 3 dekan mirin
Silêman Oso: Serok Barzanî got, Sûriyeya paşerojê bêyî Kurdan nabe
Nêçîrvan Barzanî: Zimanê Kurdî dê bibe cîhanî
Kaja Kallas: Planên leşkerî yên ji bo 'dîwarê dronan' ê YE ji NATOyê tên
6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan