EFRÎN - Kurdê ku di topbaranê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da

.

Kurdekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di topbarana artêşa Sûriyeyê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Şêxo ragihand welatiyê Kurd ê bi navê Îbrahîm Elî Elî yê 42 salî ku ku wek Biro jî dihat naskirin di topbarana artêşa Sûriyeyê de bi giranî birîndar bûbû.

Herwiha Şêxo da zanîn, Îbrahîm Eliyê ku ji kezeb û laşê xwe bi giranî birîndar bûbû îro li nexweşxaneyeke Efrînê canê xwe ji dest da.

Li gorî Şêxo artêşa Sûriyeyê roja çarşemê binkeyeke hêzên Tirkiyeyê ya li nêzikî gundê Xezawiyê yê nehiyeya Şêrawayê ya Efrînê topbaran kiribû.

Lê çend top li gundê Xezawiyê ketibûn û di encamê de Îbrahîm Elî bi giranî birîndar bûbû.

Îbrahîm Elî Elî ji gundê Kebaşînê yê nahiyeya Şêrawayê ye û li gundê Xezzawiyê dijiya.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Bi dronan êrişî Hêzên Zagrosê kirin: 2 birîndar
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir
Sîpan Hemo bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê
Şandeyeke Kurdên Êzidî bi Erdogan re civiya
Nezîr Akat û Gulê Jiyana Serok Barzanî Dinirxînin