Efrîn | Komên çekdar 6 welatî revandin

.

 Li Efrînê, komên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, 6 sivîl revandin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî agahiyan, do komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ku ser bi dewleta Tirkiyê ve ne, welatiyekî bi navê Rohat (37) dema ku ji bo kirîna pêdiviyên werşeya dirûnê ji bajarê Efrînê diçû Ezazê, revandine.

Agahî didin zanîn, kesê ku hatiye revandin karê dirûnê dike û ji gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê ye.

Herwiha hinek çavkanî destnîşan dikin, komên bi navê "Lîwaya Semerqend" ên girêdayî Tirkiyê, 4ê vê mehê 5 ciwan ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Çavkaniyan diyar kirin, navên kesên hatine revandin wiha ne; Ehmed Hesen Mamed, Hesen Hesen Has, Murad Seydo Xilo, Ebdo Mihemed Ebdo Mecîd û Mihemed Xelîl Murad.

Heta niha çarenûsa wan 6 kesên hatine revandin, nayê zanîn.


 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin