Efrîn | Keçeke ker û lal ji aliyê komeke çekdar hat revandin  

.

Li bajarokê Cindirêsê yê Herêma Efrînê, komeke çekdar, keçeke Kurd revand. Xalîde Hisên Henan a 30 salî, ku ker û lal e, şeva 23 li ser 24ê vê mehê, ji mala bavê wê hat revandin.

Zanyarî diyar dikin, li bajarokê Cindirêsê yê girêdayî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komeke çekdar Keçek Kurd ku ker û lal e ji nav mala bavê wê revand. Xalîde Hisên Henan, ji taxeke di bin destê koma Ehrar el-Şerqiye hat revandin.

Xalîde Hisên Henan, 30 salî ye û ji gundê Yalanqozê ye. Ew xwedan pêdawîstiyên taybet e, ji ber ku ker û lal e. Şeva 23/24ê vê mehê ji mala bavê wê li Cindirêsê hatiye revandin. Taxa ku jê hatiye revandin, di bin destê Ehrar el Şerqiye de ye.

Herwiha malbata Xalîde Mihemed, xelkê gundê Yalanqozê li bakurê Cindirêsê ye. Lê ji ber ku çekdarên koma Ehrar el-Şam, li gundê navborî dest danîne ser mala wan, ew neçar bûne, bi kirê li Cindirêsê niştecî bibin.

Piştî ku komên çekdar dest danîbûn ser herêmê, Hisên Henan, bavê Xalîde, ji aliyê komên çekdar hatibû girtin û piştî çend mehan hatibû azadkirin.

Kurdistan Haberleri

Herêma Kurdistanê: Bexda dikaribû nehişta êrîşên İHAyan herin ser Kurdistanê
Siyasetmedara Kurd wekî yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên Almanyayê hat binavkirin
Karzsazên Kurd û Brîtanî ji bo avakirina pireke bazirganiyê civiyan
Şaredarên Edenê, Antalya û Semsûrê hatin desteserkirin
Li Urmiye hêzên Îranê Wahab Alizadeh girtin û kes nizane heya niha li ku derêye