Efrîn di bin dagîrkeriyê de (283)

.

“Ebû Emşe” li ser Kurdên ku li herdu Bajarokên “Şiyê” û “Mabeta” neçar kirine ku li êvara /20/ Avdarê şahiyên Newrozê li dar bixin şîrînî û gul belav kirin, lê xençera wî ya jehirkirî jî timî di destê wî û endamên wî de ye, kînga xwestin pê lêdixin, ji gefan de bigir û ta kêmrûmetkirinê, lêxistin, kuştin, dizînan, ferzkirina vêrgiyên mezin, dizîna kevneşopan, qutkirina daristanan û darên îhracê, destanîna ser malmewdanan û tewanên din ên salixdankirî; Vêca tewanên milîseyan li Efrînê bi gotinên birqokî û pêkenokiyê û virûvûtan nayêne nixumandin/veşartin!

Ev jî hin bûyîn û heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Pakrewanbûna sivîlekî û birîndarbûna yekî din:

Li 24.03.2024an. Z, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û milîseyên wê yên Sûrî de ji derdora Bajarê “Tilrif’etê” re – Gundewarê Heleb a Bakur, perçehesinek li zikê Hemwelatî “Reşîd Ebdo Hemo /41/sal” ji koçberên Bajaroka “Mabeta” ket, lê ji ber xwîndarivandina hundirîn û derengiya hawarçûn û dermankirina wî ji ber topebarankirina berdewam, piştî ku gîha Nexweşxana “Afrîn” – Fafînê jiyana xwe ji dest da, û herweha jî sivîlekî din ji koçberên Efrînê bi awakî metirsîdar birîndar bû.

= Girtinine bêsûcane:

– Ji bêtirî du heftan ve, li katên berbangê, hin endamên Asayêşa Turkiyê yên serçavgirtî mala Hemwelatî “Mehmûd Sebrî Ebdalo /43/sal” ji xelkê Gundê “Celemê” – Navça Cindirêsê, li Bajarê Istanbûlê basmîş kir, û ew bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) re girt, û ta niha bêsûcane girtî ye û tu têkelî bi xwediyan re tune ye; Divê were zanîn ku ew sivîleke û rojekê bi (RX) re kar nekiriye, û ew bi malbata xwe re li sala 2018an. Z bi mebesta kar û peydakirina pariyê nên çû Turkiyê.

Û Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

 Ji bêtirî heyvekê ve, Hemwelatî “Ednan El’xelef /35/sal” ji pêkhateya Ereb, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên asayêşê ve, bi tuhmetên nenaskirî ji merivên wî re, piştî derkirina wî ya zorane ji Turkiyê û gihîştina wî gundê hevjîna xwe “Hêkiçê”- Navça Cindirêsê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

 Li 17.03.2024an. Z, Hemwelatî “Faroq Mihemed Cemîl Şêxo /55/sal” ji xelkê Gundê “Sêmalka”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tewanbariya payandina şevayî li dema (RX) a berê, û ta niha bêsûcane girtî ye.

 Û li 26.03.2024an. Z, Hemwelatî “Mihemed Eslan Mihemed /30/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji aliyê heman aliyê ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb ji çar heyvan ve, û ta niha di Hepsa “Maratê” ya navendî de girtî ye.

= “El’emşat” vêrgiyan ferz dike û daristanan qut dike:

 Ferzkirina vêrgiyan ji aliyê “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ve li ser malbatên Kurd ên ku li gund û bajarokên di çarçewa bandoriya wî de mane berdewam in, û bi behaneyên cûrbecûr; Û piştî dawîbûna werza/mûsima zeytûna û wergirtina dora/27/milyon Dolar Emrîkî bi darê zorê, “nivîsgeha wî ya aborî û ewlehiyê” li Bajaroka Mabeta rabû ji nû ve malmewdanên çandiniyê (piraniya wan jî zeviyên zeytûna ne) serjimartin, û hemî zeviyên ku xwedî ne li wir an  belgenameyên wan peyda nabin an jî malmewdanên ên mirine û ji yên li dû xwe re/ weresên xwe re hîştine -û ew bi xwe jî ne li wir- lê hin li şûnê bi rêve dibin) lîste kirin, û sê Dolar û nîv/3.5/li ser her dareke zeytûnê -sala wê be yan na- ferz kir, û di encamê de tibabeke mezin -bi zext û gefan- ji berî werzê/mûsimê wergirt; Û weha jî malmewdanên Gundê “Qenterê” yê hevcîwar bi heman mebestê serjimar kirin.

– Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” li dor Gundê “Hisê/Mîrka” – Navça Mabeta qutkirina daristanan û darên îhracê berdewam dikin, ta yên tekane di nav zeviyên zeytûna de û li ser taxima hatine çandin jî, ji bo êzinkirin û bazirganiyê.

= Geregoşî û serberdayetî:

 Li 24.03.2024an. Z, termê keçeke negîhayî /17/sal -bûbû komir- di bin avahiyeke birîna keviran e nû ava dibe de hate dîtin, li   derbasgeha Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera ya Rojava, û ji rêbendeke çekdar ve nêzîk; Û li gor di nav xelkê de tê gotin: Keçik ji anîndeyên Êla “El’mewalî” ye, ji aliyê birê wê û xortekî din de hate kuştin û şewtandin, û piştî wan tewan kirin revîn.

 Li şeva 28.03.2024an. Z, di navêna giropeke Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” û qaçaxciyên derxistina mirovan bo Turkiyê de -çekdarên Milîseyên :Firqit El’sultan Mûrad”- qurşîn hatin avêtin, piştî basmîşkirina asayêşê ji malin Bajaroka “Bilbilê” ya sînorî re, bi sedema nelihevkirinê li ser parvekirina dahatên qaçaxiyê; Divê bê zanîn ku ev ton bûyer dubare dibin, û qurbaniyên wan jî sivîlên ku koçberiyê mebest dikin da ku mercine jiyanê yen baştir bibînin, ji ber wê jî ew rastî fêlbazî û fen û dolaba tên yan jî têne girtin û pere jê têne standin, û kirê derxistin her kesekî dighêje /3/hezar Dolar Emrîkî.

= Binpêkirinine din:

 Li şeva Cejna Newrozê û piştî dadana agiran, “Mihemed Xêr El’reya” (berpirsiyarê ewlehiya/emniyeta Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Navça Reco û ji Gundê “Me’erit El’herme/Me’erit El’nu’iman” – Idlibê) Hemwelatî “Rîfa’î Xelîl Dawod /45/sal, Şiyar Elî Hemkî /38/sal, Şêx Mûse Yûsêf /70/sal, Elî Hesen Betal /26/sal, Elî Hebeş Ne’isan /55/sal, Erbîl Doyîko kurê Ezet /35/sal” ji xelkê Gundê “Etmana” – Navça Reco girtin, û ew guhestin biryargeha ewlehiya/emniyeta di avahiya şarederiya berê de – Gundê “Hecxelî”, û piştî bendkirina wan çend katan û ferzkirina vêrgiyeke bi qaserî /300/Dolar li ser her yekî ji wan -di bin gefê de- ew berdan, û gef li wan kir ku divê careke din agirê Newrozê jî danedin.

 Li 25.03.2024an. Z, giropeke çekdar tiştmiştên dîkana cilên/kincên mêran li kolana serekîn li Bajaroka “Reco” dizîn, li kêlek “Sûtemengeha/kaziya El’ferat”, di deriyê paş re; Û nirxê şênberên hatine dizîn dora/8/hezar Dolar Emrîkî ye, ew yên Hemwelatî “Mihemed Ce’ifer/Malbata Qanqilih – xelkê bajarokê” ne, û ew jêdera jiyankirina malbatê ne, lê dîkan bi kirê ye; Û piştî pêşkêşkirina giliyekî li ba Milîseyên “Asayêşa Sivîl”, wan wêneyên kamîreyên çavdêrîkirinê ji xwediyê dîkanê veşartin, û tiştek ji cî nelivandin.

Tunebûna asa û aramiyê, parvekirina herêmê li gorî bandoriyên leşkerî yên milîseyan, û di siya gotara kîndariyê û belavkirina fîtnê û siyasetên dijayetiyê de, û bi ser de jî mercên têvel ên jiyanê yên sert, koçberî çêdibe û binpêkirin û tewan di hemî waran de bêtir dibin.

31.03.2024. Z – 2636. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Pakrewan “Reşîd Ebdo Hemo”.

 “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah”.

 Dizîna dîkana “Mihemed Ce’ifer”, di deriyê paş re, li Bajaroka “Reco”.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-283-31-03-2024-PDF

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir