Efrîn: Çekdarên Tirkîyê êrîşê kona şînê kirin

.

Çekdarên girêdayî Tirkiyê, li nahiya Şiyê ya Efrînê girtin ser konekî şînê û 5 kes desteser kirin.

Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên koma Emşat ku Tirkiye piştevaniya wan dike, girtin ser konekî şînê.

Li gorî zaniyariyên xwecihî ji Efrînê, dema ku wan çekdaran êrîşî konê şînê kirin, li xelkê dan û 5 kes girtin.

Herwiha li gor zanyariyan, ew kes birin navendeke wê komê ya li Şiyê, lê paşê çekdaran ew birin cihekî û çarenivîsa wan nediyar e.

Kesên hatine desteserkirin, Mesûd Mistefa Şêxo û her du birayên wî Xelîl û Ebdulrehman, li gel pismamên wan Emar û Bekir Mistefa Rehmokê

Berî niha çekdaran ew malbat bi wê yekê tometbar kiribû  ku dema Komîteya Lêkolînan ji bo tomarkirina binpêkariyan serdana Şiyê kiriye, wan belge dan wê komîteyê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin