Efrîn.. Çekdaran mezargeheke Kurdên Êzidî wêran kirîye

Grûpên çekdarên ên bi artêşa Tirkîyê re Efrîn dagîr kirine careke din gor û mezargehên Kurdên Êzidî li herêma Efrînê dikolin û parçeyên şûnwaran didizin.

Navenda Nûçeyan - Navenda Medyayî ya Efrînê girtevîdoyek belav kir û ragihand, grûpên çekdaran mezargeha Şêx Hemîd li gundê Qestel Cindo yê li navçeya Şera ku cihekî pîroz ê Êzidîyan e kolane û têk dane.

Her li navçeya Şera jî, çalakvanên Efrînê belav kirin ku bi tankan di ser goristana şervanên YPG, YPJ, HSD a li gundê Metîna re derbas bûne û hemû gor şikandine û têk dane.

Pêştir jî çendîn caran rêxistin û navendên taybet ên belgekirina binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê belav kirin, ku cihên dîrokî, şûnwar û mezargehên olî yên pîroz ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve hatin şikandin, kolandin û dizîn.

Li gor zanyarîyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, zêdetir ji 42 cihên dîrokî, mezargeh û goristanan hatine wêrankirin û dizîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa artêşa Tirkîyê û grûpên çekdaran ji têdana cihên dîrokî û mezargehên pîroz ew e, nasnameya Kurdî ya Efrînê nehêlin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist