“Êdî cejn û şahî û şîn û êşên me bi hevdu re ye”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Cejna Remezanê Pîroz Be

Îsal jî  li her çar alîyê welatê me di bin nîrê şer û pevçûn û kuştin û wêranîyê de  em pêşewazîya cejna remazanê dikin.

Êdî cejn û şahî û şîn û êşên me bi hevdu re jiyana gelê me tarîf dike.

Bi hêvîya ev cejna li başûrê Kurdistanê bibe destpêka serxwebûnê; li rojavayê Kurdistanê bibe destpêka yek kirina hêzên Kurdî û damezrandina îdareyeke hevbeş ya leşkerî, aborî, sîyasî ya federe li Rojavayê Kurdistanê; li rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka  tifaqeke Kurdistanî û geş kirina têkoşîna azadîyê; li bakurê Kurdistanê bibe destpêka rawstandina şerî, destpêkirina çareserîyeke sîyasî û pêk anîna yekitî û tifaqên Kurdistanî.

Li gel hemû êş û xem û keserên xwe em cejna malbatên şehîdên Kurdistanê , cejna misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikim.

05.07.2016

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist