Ebû Mehdî Muhendîs: Em ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê

Cîgirê Fermandarê Giştî yê milîsên Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendîs di kongreyeke rojnenemevanî da aşkere kir ew ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan- Di kongreyeke rojnemevanî da îro roja duşemê 30.12.2019an Ebû Mehdî Muhendîs, xwîna kuştîyên wan bi heder naçe û Heşdî Şabî wê bersiveka tûnd bide Amerîkayê beramber wan êrîşên wê.

Duhê êvara roja yekşemê 29-12-2019an Heşdî Şabî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin. Rêveberîya Tevgeran a Heşdî  Şabî jî dîyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, 25 çekdar hatin kuştin û 51 çekdar jî birîndar bûn.

Berîya bi 3 rojan bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hatibû kirin û di encamê de welatîyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dikr hatibû kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûbûn.

Wezêr Begirîya Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî da aşkere kirin ku wê operasyonên wan li ser Heşdî Şabî berdewam bikin.

Herwiha Mark Esper ragihand, wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê hatîye kirin, PENTAGONê 5 pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Iraq û Sûrîyê bombebaran kirine.

 

Basnews

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be