Ebdulrehman Mistefa: Hêvîdarin bi yekrêzî em armancên xwe pêkbînin!

Serokê hevpeymanîya Kurdistanî spasîya alîyên sîyasî yên Kurdistanê kir ku bawerî bi wî anîne û erkê serokê lîsteyê dane wî û hêvî xwest ku bi yekrêzîyê armanc bên bidestxistin.

BasNews

 

Serokê Hevpeymanîya Kurdistanî Ebdulrehman Mistefa ku îro ji aliyê partîyên sîyasî ve hate destnîşan kirin, piştî temambûna civînê di daxuyanîyeke çapemenîyê de ragehand: ‘’Ez keyfxweşim ku ew bawerî ji min re hat dayîn, hêvîdarim em yekrêzîyê biparêzin û bi wê yekrêzîyê ve em dikarin gelek tiştan bidest bixin.’’

Herwaha got: ‘’Di nakokîyan de gelek tişt me ji dest dan, lê bi yekrêzîyê destkevtên me hebûne, hêvîdarim bi yekrêzîyê em armancên xwe bidest bixin.’’

Ebdulrehman Mistefa behsa wê yekê jî kir, ku îro di civîna alîyên sîyasî de gotinên xwe kirîye û hêvî xwestîye ku dengdêrên navçeyên Kurdistanî hemû piştevanîyê li lîsteyê bikin û dengên xwe ne fetisînin.

Herwaha teqez kir: ‘’Em hêvîdarin hemû alî bi erkê niştimanîya xwe rabe, dubare spasîya hemû alîyan dikim ku ev şerefe bexş kirin.’’

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist