Ebdulmehdî supasîya Pêşmerge dike

Serok wezîrên Îraqê supasîya hêza Pêşmerge kir bo rola wê di têkşikandina Daişê li Îraqê.

Navenda Nûçeyan- Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê bi boneya roja serkevtinê bi ser Daişê re li Îraqê, di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, ku Supa, Polîs, Heşda Şeibî û Hêza Pêşmerge rolên kara hebûn li têkşikandina Daişê di Îraqê de.

Herweha sûpasîya waqn hêzan jî kir, hêzên Îraqê û Pêşmerge heya niha berdewamin li ser rûbirûbûna Daişê.

Hikumeta Îraqê li 10/12/2017 têkşikandina Daişê ragehand, ku hêza Pêşmerge yek ji wan hêzan bi bandor bû ku li sala 2014 rûbirûyê Daişê bû bi hevkarîya hêzên Hevpeymanên nêvdewletî dijî Daişê. Herçende tevaya erdê Îraqê ji jêz destê Daişê hat rizgarkirin,lê heya niha li henek deveran paşmayên Daişê mane û Pêşmerge û hêzên ewlekarîyên Herêna Kurdistanê berdewamin li ser rûbirûbûna wan.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir