Ebdullah Gul: Pirsan Kurd bûye pirseke nêvdewletî

Ebdullah Gul ragehand, pirsa Kurd sinûr burandîye bûye pirseka nêvdewletî.

Navenda Nûçeyan - Ebdullah Gul, serokê Komara Tirkîya yê Berê,  rexne li sîstema Tirkîyê girt û ragehand, sîstema serokatîyê li gel civaka Tirkîyê nagunce û û piştî peyrewkirina evê sîstemê tevaya arîşeyan mezintir bûn.

 Amaje bi wê yekê jî kir, pirsa Kurd arîşeya bingehîya Tirkîyê ye û heke ev pirs çareser nebe; Tirkîye ji arîşeyan rizgar babe. Kurd di cugrafîya çar welatan de ne û piranîya wan li Tirkîyê ne û çalakin

 Amaje bi wê yekê jî dike, ku Kurdên Tirkîyê têkelbûne li gel Civaka Tirkîyê û cudakirina wan pir zehmete.

Li gor bawerîya Ebdullah Gul, çareserkirina pirsa Kurd bi bexşîna mafên wekhevî, danana destûreka nû û îtirafkirin bi mafên wan dibe. Heke mafên Kurd misoger bibe; wê demê Tirkya dikare arîşeyên xwe yên derve bi sanahî çareser bike.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist