Ebdî: Sedemên îdeolojîk û siyasî tunene ku yekrêziya kurdî pêk neyê

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî aşkere kir, di çarçoveya proseya diyaloga Kurdî – Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de, gavên baş hatine avêtin û ew hemû hewlên xwe ji bo serxistina wê dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi riya peyameke vîdyoyî di Dîdara Nakokiyên Kurdî – Kurdî de li bajarê Qamişlo beşdar bû û tê de ragihand, heta niha gavên baş ji bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatine avêtin.

Herwiha Mezlûm Ebdî daxwaz ji her du aliyên diyalogê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) kir, nakokiyên xwe bidin aliyekî û nermiyê ji bo serxistina proseya yekrêziya Kurdî nîşan bidin.

Ebdî bi bîr xist ku li ser mijarên giştî yên yekrêziya Kurd hatine lihevkirin û nakokiyên mayî ne cewherî ne û dê bi demê re çareser bibin û got: “Em dikarin bi rihetî bibêjin ku sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekrêziya kurdî li Rojava pêk neyê.”

Herwiha Mezlûm Ebdî tekez kir jî, ew wek HSDê bi alîkariya Amerîkayê destpêşxeriya yekrêziya Kurdî didomîne heta ku bi ser bikeve.


 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin