Ebdî: Em piştevaniyê li daxwaza Wezîra Derve ya Siwêdê dikin

Ebdî: Em piştevaniyê li daxwaza Wezîra Derve ya Siwêdê dikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî piştegîriyê li daxwaza Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde dike û radigihîne, divê Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û li ser çareseriyeke siyasî bixebite.

Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde berî du rojan ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê di konferaseke rojnemevanî de ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir: “Em bi FM a Swêdî re (Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde) li hev dikin. Derbarê şîroveyên li ser binpêkirinên Tirkiyê li bakur-rojhilatê Sûriyê de, em piştgiriya Daxwaza Swêdê dikin ku Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û li ser çareseriyeke siyasî bixebite ku rêzê li yekbûna axa Sûriyê û cihêrengiya siyasî bigir.”

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin