DYA îznê da Ûkraynayê ku fuzeyên menzîldirêj li ser axa Rûsyayê bikarbîne

.

Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku îznê daye Ûkraynayê da fuzeyên menzîldirêj li ser axa Rûsyayê bikarbîne. Berpirsê Koşka Sipî John Kirby got ku ev îzin ji bo rewşên lezgîn yên bergiriya Ûkraynayê ye.

Rêvebiriya DYAyê cara yekeme ku daxwuyaniyekî weha fermî di mijarê de dide. John Kirby, di rêya telekonferansê de, brîfînga çapemeniyê da û rojeva şerê Rûsya-Ûkraynayê rave kir. Kirby got ku di mijarê de siyaseta xwe guhertine û weha dewam kir:

“Niha artêşa Ûkraynayê sîstemên fuzeyên bejayiyê yên taktîkî yên menzîla wan dirêj (ATACMS) di rewşa lezgîn de, ji bo parastina xwe dikarin bikarbînin û ev rewş li herêma Kurskê bicîh tê.”

Kirby, ragihand ku li ser bikaranîna fuzeyan wê zêde şiroveyan neke û got:

“Ûkraynî sîstema ATACMSan çawa bikaranîne, hedefên xwe çawa tesbît dikin û fuzeyan çawa bikartînin, ew dizanin.”

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye