DYA givaşên nû danî ser Îranê

.

DYA givaşên nû danî ser Îranê. Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê li Îranê 6 dezge û 4 keştiyên ku karê petrolê û berhemên petrolê dikirin û difroşina ceza danî ser wan. Ji givaşan armanc ew e ku ber li temamê heyiyên wan dezge û keştiyan bigre.

Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê li ser givaşan daxwuyanî da û got:

“DYA 6 dezge û 4 keştiyên ku ji Îranê berhemên petrolê û berhemên petrokîmyayê dikirin, bidestdixin, firotina wan dikin, gihandina wan dikin an bi zanîn bazara wan dikin, bi givaşan ceza kiriye.”

Di daxwuyaniyê de weha dewam dike:

“Di encama tevgerên îro de, li gor biryarnama serokatiyê ya jimare 13846 yên tabiê biryarnamêne an ku kesên givaşan daniye ser wan, li Amerîkayê heyiyên wan an heyiyên di bin kontrola wan de, me ber li temamê wan girtiye…”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist