DYA, 2 keştiyên şer yên balafiran şand Rojhilata Navîn

.

 Fermandariya Navnedê ya DYAyê (CENTCOM) li ser şandina 2 keştiyên şer yên balafiran bo Rojhilata Navîn, di ser hesabê xwe yê Xê de peyamekî belav kir û got:

“Keştiya şer ya USS Carl Vinson û bi keştiya şer ya balafiran ya USS Harry S. Truman re di seha berpirsiyariya CENTCOMê de wezîfe dikin.”

Rayedarekî DYAyê di 22ê Adarê de bo ajansa Associated Press'e (AP)ê gotibû, bi zêdekirina êrîşên Hûsiyan re, plan dikin ku di meha pêşiya me de an ku di Nîsanê de, her 2 keştiyên xwe li Rojhilata Navîn amade bikin.

Rayedar gotibû ku wezîrê berevanyê yê DYAyê Pete Hegseth keştiya "USS Carl Vinson" ku li Okyanûsa Pasifikê dixebitî, ferman daye ku ber bi Rojhilata Navîn de here. Keştiya "USS Harry S. Truman" ku li Derya Sor dimîne, wê herî kêm mehekî dinê jî li wê derê bimîne û di wê çarçoveyê de ferman daye.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê