Duda: Fikra LGBT ji bîrdoziya komunîzmê talûketir e

Serokwezîrê Polonyayê Andrzej Duda diyar kir ku fikrên tevgera LGBT ji bîrdoziya Komunîzmê bi latûketir e.

Navenda Nûçeyan - Partiya Edalet û Hiqûqê ya li desthilatdariyê piştgirî dide berendam Andrzej Duda. Duda yê 48 salî bi xwe parêzer e, ji sala 2015'an ve Serokomarê Polonyayê ye û niha dîsa bûye berendam.

Duda di mîtînga hilbijartinê ya li navçeya Brzeg de axivî. Wî diyar kir ku gotina siyasetmedarekî din ê mihafezekar ku gotibû "LGBT ne xelk e, bîrdoziyek e" dipejirîne. Duda, LGBT wekî "Bolşevîkiya nû" bi nav kir û diyar kir ku ev tevger ji bo mirovahiyê ji Komunîzmê xirabtir e.

Reqîbê wî yê mezin şaredarê Varşovayê Rafal Trzaskowski ye. Trzaskowski di kampanyaya hilbijartinê de diyar kir ku divê li hemberî hevzayendan bi xweşbînî tevgerin çêbibe. Li ser vê Duda bersiv daye.

Dora yekemîn a hilbijartina serokomariya Polanyayê dê roja 28'ê vê mehê li dar bikeve. Ger ji berendaman yek bi ser sedî 50'î re dengan negire dora duyemîn dê roja 12'yê tîrmehê li dar bikeve.

Anket dibêjin ku  dê Duda û Trzaskowski bimînin dora diduyan. Trzaskowski berendamê Platforma Hemwelatiyan e ku alîgirê Yekîtiya Ewropayê ye, Çepên Lîberal û Keskparêz piştgirî didin wî. Trzaskowski  jî wekî Duda 48 salî ye.

Dîyarname

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî