DU ROJNAMEVANÊN ELMAN TÊRKÎ TIRKÎYEYÊ KIR

Çima ku maweya kartên wan ên rojnamevanîyê nehate dirêjkirin Berpirsê buroya Stenbolê yê televîzyona ZDFê Jorg Brase û Nûçegihanê Tirkîyeyê yê Tagesspîegelê Thomas Seîbert, têrkî Tirkîyeyê kir.

Serlêdana herdu rojnamevanên Elmanî Jorg Brase û Thomas Seîbert a bo dirêjkirina maweya karta çapemenîyê, bo sala 2019an ji alîyê Gerînendetîya Ragihandinê ya girêdayî Serokomarîyê CÎMERê ve di 1ê Adarê de hatibû redkirin û hatibû dîyarkirin ku akredîtasyona wan nehatîye qebûlkirin. Ji ber vê jî herdu rojnamevanên Elman têrkî Tirkîyeyê kir.

Berî ku ji Tirkîyeyê derkeve,  Jorg Brase, ji DW Tirkî re da zanîn ku ew bixwe nizanin ka çima maweya karta wan nehatîye dirêjkirin ku sedemeke derbasdar nedîtine. Herwiha Brase got ew bixwe binpêkirineke yasayî jî pêk nêanîye.

Thomas Seîbert jî anî zimên ku ew bixwe bawer nake ku redkirina serlêdana dirêjkirina karta wî ya çapemenîyê bi nûçeyên wî ve girêdayî bibe û got bi ya wî ev peyamek e bo rojnamevanên din ên Rojavayî ku em jî bûn qurbanî. Herwiha Seîbert anî zimên ku di çapemenîya tirkî de hema bêje qet nûçeyên rexneyî nayên amadekirin û aniha jî dixwazin vê yekê li ser rojnamegerîya navneteweyî jî pêk bînin.

Li alîyekî din hikûmeta Elmanyayê bertek nîşanî vê kiryarê da. 

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas daxunaîyek da rojnameya Tagesspiegel û got "Nûçegihanên Elman nikarin li Tirkîyeyê karên xwe bi azadî bînin cih û ev yek jî bo me ne qebûl e."

Siyaset Haberleri

Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê