Hemû pirtûkên nivîskar û romannivîsê Kurd Dr. Ferhad Pîrbal dê werin çapkirin, biryar e vê hefteyê du pirtûkên wî werin çapkirin û belavkirin, piştre jî merasîmek ji bo belavkirina wan were rêxistin.
Xwediyê Weşanxaneya Wefayî Soran Ezîz ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin hemû pirtûkên Dr. Ferhad Pîrbal careke din çap bikin û biweşînin, vê hefteyê du pirtûkên wî dê werin çapkirin.
Soran Ezîz diyar kir ku pêncşema bê, pirtûka çîrokê "Patatxur" û pirtûka "Rêbazên Edebî" yên Ferhad Pîrbal dê werin belavkirin, ji bo vê mebestê jî destûra careke din çapkirina pirtûkan hatiye wergirtin.
Pirtûka çîrokan a "Patatxur", yek ji berhemên edebî yên bi nav û deng ên Ferhad Pîrbal tê nasîn, ku di 124 rûpelan de hatiye çapkirin. Pirtûka "Rêbazên Edebî" jî cara sêyem e tê çapkirin.
Soran Ezîz destnîşan kir ku ew dixwazin di demeke nêz de hemû pirtûkên Ferhad Pîrbal çap bikin û biweşînin, ji ber ku beşek ji xwendekarên niha, ev pirtûk nedîtine. Ji bo vê projeyê jî ji Ferhad Pîrbal destûr wergirtine.
Xwediyê Weşanxaneya Wefayî Soran Ezîz herwiha eşkere kir ku Ferhad Pîrbal dixwaze du pirtûkên xwe yên nû belav bike û biryar e bi rêya Weşanxaneya Wefayî ve were çapkirin.
Weşanxaneya Wefayî di Cotmeha 2010ê de hatiye damezrandin û destpêkê xwe weke pirtûkfiroş û qehwexaneyek nasand, piştre projeya xwe mezintir kir ji bo çalakiyên wêjeyî û rewşenbîrî û çapkirina pirtûk û belavkirinê.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist