Du ciwan li çemê Firatê xeniqîn

Li navçeya Belkîsa (Nizîp) Dîloka Bakurê Kurdistanê du ciwanên Sûrî ketine çemê Firatê û xeniqîne.

Li gorî agahîyan, du ciwanên Sûrî yên bi navê Musa Halaf (26) û Yusuf Alhamdo (19) ji bo seyranê hatine ba xizmên xwe yên Taxa Kalemeydanê û jiber germahîyê xwe avêtine çemê Firatê.

Piştî demekê herdu ciwan ketine herka avê û ji çavan winda bûn. Hemwelatîyên ku pêhesîyan agahî dan berpirsan.

Li ser agahdarkirina hemwelatîyan Gerînendeya Ewlehîya Bajêr, Serfermandarîya Cendirme ya Bajêr û AFAD gihiştin cihê bûyerê.

Piştî lêgerîna 3 saetan Halaf û Alhamdo mirî hatin dîtin.

Laşê herdu ciwanan rakirine nexweşxaneya Belkîsê.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist