Dr. Saman Berzincî: Plana me heye hotêlan weke nexweşxane bikar bînin

Berîya bi demekê Wezîrê Tendirustîya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand ji ber zêdebûna jimara nexweşên vîrusa Koronayê plana wan heye ku hotêlan weke nexweşxane bikarbînin.

Navenda Nûçeyan - Roja yekşemê 31.05.2020an Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnemevanî de axivî û got:” Di plana me ya nêzîk de ew yek heye ku hotêlan weke nexweşxane bikarbînin. Jimara nexweşan zêde dibe û divê em hotêlan bo nexweşên Koronayê bikar bînin.”

Jimara berketîyên nexweşîya vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê çend rojên dawî zêde dibe û derbarê xweparstina ji vîrusa Koronayê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend caran daxuyanî belav kir.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist