Dr. Saman Berzincî: Em ê tedbîrên nû bistînin

Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, supasîya derbarê rewşa dawî ya nexweşîya Koronayê li Herêma Kurdistanê axivî û aşkere kir ew ê tedbîrên nû bistînin.

Êvara roja duşemê 13.07.2020an Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnemevanîyê de axivî û di wê axaftina xwe de spasîya Serokwezîr Barzanî kir, bo bexşîna pêşxisteneka fermanberîyê bi hemû wan pizîşk û karmendên di rûbirûbûna Koronayê de kar dikin. Herwiha Dr. Saman Berzincî spasîya karmendên tendirustîyê û hemû pizîşkan kir ji ber mandîbûna wan di ber nexweşîya vîrusa Koronayê de.

Herwiha Dr. Berzincî got ew rêz û hurmeta xwe bo wan karmendên tendirustîyê û pizîşkan  diçemînin ewên bi sedema Koronayê canên xwe ji dest dane.

Berzincî got: “Heta niha 350 kes di kerta Tenduristîya Herêma Kurdistanê de bi Koronayê ketine. Em daxwaz ji hemû alîyan dikin, tika dikin xwe biparêzin, ev yek di berjewendîya we û xelkên Kurdistanê de ye. Xweşbextane hejmareka mezin ji tûşbûyên Koronayê baş bûn e, lê zêdetir ji 4 hezar halet li jêr çareserîyê de ne.”

Herwiha Dr. Saman Berzincî da zanîn Komîte ya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryar daye, rêkarên xweparêzîyê berdewam bin û helmeteka medya û hişyarî ya tenduristîyê ew radigehinîn û wê Wezareta Tednuristîyê, Rewşenbîrî û Fermangeha Medya û Zanyarîyan vê helemetê birêve bibin.

Di berdewamîyê jî de Saman Berzincî got: “Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryar da berdewam be li ser piştîvanîkirina Wezareta Tenduristîyê bo dabînkirina pêdawîstîyên Tenduristîyê. Heta niha %95ê pêdawîstîyan ji alîyê hikumetê ve hatîye dabîn kirin. Wê qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de berdewam be.”

 

Siyaset Haberleri

Baroya Colemêrgê ji bo parastina Denîz Undav rabû ser pêyan
The Guardian: Îsraîl beşdariya Tirkiyeyê di hêza ewlekariyê ya Xezeyê de red dike
Hêmin Hewramî: Federalî li Iraqê têk çûye
Serokê Amedsporê: Em ê li ser nivîsa bi kurdî berdewam bin
ÎHD: Bila zextên li ser Dêrsimê bi lez bi dawî bibin