Dr. Sabîr Îsmaîl: Serdana serokwezîr bo Enqerê dê bandorên wê erênî bin

Civata Niştimanîya Tevgera Gorran ê berê Dr. Sabîr Îsmaîl, serdana îro ya serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Enqerê û hevdîtinên wî li gel serokkomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan wek pêngavekî erênî pênase kir.

Navenda Nûçeyan- Endamê Civata Niştimanîya Tevgera Gorran ê berê Dr. Sabîr Îsmaîl ji basnewsê re ragehand: ‘’Her pirsgirêkekî sîyasî yan pirsgirêkekî navbera du welatên cîran de tenê bi serdan û guftûgo çareser dibe. Ji ber wê serdana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkîyê karekî başe û bandorên wê yên erênî di pêşeroja herêma Kurdistanê de hebe.’’

Herwaha got: ‘’Tirkîye derveyî cîranê herêma Kurdistanê ye, di dîrokê de jî me danûstanên bazirganî li gel Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê kirine. Xelkê Kurdistanê heta rastî karesatekî nişkawe neyê tilîya peşîmanîyê gez nake, stratejîya sîyasî gelek ji wê mezintir e ku xelk li gor dilê xwe axaftinê bike, bo çareserîya pirsgirêkên me ya baş em li gel Bexda û Tirkîyê û Sûrîyê guftûgoyê bikin.’’

Dr.Sabîr Îsmaîl pêwîst dît serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana welaten cîran bike, bo ku pêwendîyên dîplomasî yên herêma Kurdistanê li gel welatên derve bihêz be. Ji ber nabe herêma Kurdistanê xwe paşde bikşîne û peyvendîyên li gel welatên derve lewaz be.

Rêveberê berê yê Tevgera Gorran bilind kirina Al a Kurdistanê di hevdîtina serokwezîr a li Enqerê giring zanî û got, ew tê wateya ku Tirkîye Al a Kurdistanê nas dike û ev nas kirine navçeyekî serbixwe be an jî azad kirî be.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir