Dr. Fahrettin Koca li ber medya zindî aşiya xwe kir

.

 Piştî hatina 3 mîlyon doz aşiya Çînê ku testên wê hatin kirin û li Tirkiyê îzna bikaranîna wê hat dayîn, doza ewilî li wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca dan. Fahrettin Koca li ber çapemeniyê derziya Kovid-19 ê li xwe da.

Di pey aşiya Koca de temamê endamên heyeta zanistê yên Kovid-19 ê li ber çapemeniyê bi dorê derziya aşiya Kovid-19 ê li xwe dan. Ev kiryar bo spekulasyonên di bazara çapemeniyê de çêdibin hat kirin û wezîr bi endamên heyeta zanistî ya Kovid-19 ê re li ber çavê xelkê li xwe xistin. Aşiya wan li Şehir Hastanesi ya Ankara hat kirin.

Wê sibê dest bi aşiya li seranserê Tirkiyê Kurdistana Bakûr dikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist