Dr. Bashar Moustafa kîye?

Bubê Eser

 

Bawer bikin min ev camêr rû bi rû nedîtîye. Ji xwe ne hewce ku ji bona nasîna hev mirov rû bi rû hev bibîne. Mirov ji nivîsên hev, ji xebatên hev, bi kar û barên hev, bi xizmet û fedekariyî, hevdu dinase.

Ji ber ku em ew nivîskarên nikarin pirtûkên xwe çap bikin, dikin qêrîn û hawar da ku ew berhema mirov bi salan li ser wê kar kirî ye, nivîsî ye, bê weşandin da ku xelk, gel û însan bixwînin, him tamekê jê bike him bi vê mirov pirtûkxana welatê xwe pê dewlemend dike.

Şert û mercên îro ji bona weşandina pirtûkan gelekî zehmet bû ye. Hemî weşanxane dibêjin; ”Ji ber pirtûkên kurdî nayên firotin, em nikarin çap bikin”. Rastiya wê çiye ez bi xwe nizanim. Lê dizanim ku hema ji mehê carekê an ji çend mehan carekê, weşanxaneyek tê vekirin. Heger qezenc nekin. Vekirina van weşanxanan ji bona çi ye???

Nivîskarên ku bi salan li ser berhemekê kar kiribe, xebat kiribe lê nikaribe wê bide weşandin, him pê diêşe him jî di warê nefsî de aciz dibe. Ev acizî li hinan weha dike ku ew êdî dev ji karê nivîskariyê berdin û gelekan berdane jî.

Heger camîrekî ji ber wî nexest û naxwazî ku ez navê wî bidim, bi alîkariya min ve ranebû ba, min niha zûde dev ji nivîskariyê berdabû. Lê camêr bi alîkriya min ve rabû, 6 berhemên min li bakurê kurdistanê bi perên xwe da weşandin. Vê kêfa min anî û ez ji nûde geş bûm, kêfxweş bûm û min ji nûde dest avêt karê nivîskariyê. Şeş berhem kirin 10.

Bi saya wî camêrî ez çûme başûrê Kurdistanê min li ser enfalê lêkolîn kir. 4 berhem li ser enfalê nivîsî û karê xwe hê berdewam dikim. Lê nema dikarim pirtûkan bidim çapkirin. Ji ber rewşa wî camêrî niha ne guncav e. Ya na soz dabû ku ez binivîsînim ew ê bide weşandin. LÊ…

Niha di kadîna her nivîskarekî/ê de çend berhemên wî/ê ku hê nehatine weşandin û nikare wan biweşîne hene. Helbet ez jî yek ji wan im. Ji ber ku bûye adet, êdî nivîskar bi perên xwe pirtûkên xwe didin weşandin. Yên perê wan jî tune bin, her weha dimînin.

Lê ev demeke ku brêz Bashar Moustafa bi qasî jê tê, bi qasî dikare bike, li gor hêz, taqat û îmkanên xwe bi alîkariya nivîskarên kurd ve rabû ye.

Vî camêrî heta niha gelek berhemên kurdî yên nivîskarên kurd belaş weşandina, pere ji kesan negirtiye. Her weha wî romana min ya bi navê Gardiyan ku li ser zîndana Diyarbekirê ye jî weşand. Spasdarî wî me.

Aha divê çend dewlemendên me jî xwe bikin yek, weke brêz Bashar Moustafa dike, bikin. Bi vê kirinê ew ên bibin piştgirê nivîskarên xwe, da ku ew jî bêtir binivîsînin.

Zêdebûna weşandina pirtûkên kurdî, him zimanê me pêşve dibe, him pirtûkxana kurdistanê dewlemend dike, him jî dibe alîkar da ku nivîskar bêtir binivîsîne.

Loma dibêjim; karê niha brêz Bashar Moustafa dike karê herî girîng e, di jiyana kurd û kurdistaniyan de. Yekem care ku kesekî weha bi alîkariya nivîskarên xwe ve rabûye. Gelo çima dewlemendên me jî nikarin bi karekî weha ve rabin?

Li gor min:

Ew dewlemendên ku em behsa wan dikin, nebûne neteweyî loma nikarin û bizanibin ku ev kar çiqasî hêja yî. Fêm nakin ku ew bi xwe jî bi weşandina berhemekê nemir dibe. Heta dinya hebe, bi saya wê berhemê dê behsa wî/ê jî bê kirin.

Lê pere weke kurd dibêjin; ”Qirêja destan e”. Dema te destên xwe şuşt paqij dibe û ew qirêj jê dihare û hew. Lê heger te ango dewlemendên me bi karekî weha ve rabin, ew ên jî her bi nivîskarê wê berhemê re bijî û nemir bibe.

Em gelek caran behsa welatparêziya hin dewlemendê xwe dikin. Lê min heta niha nedîtiye û nebûme şahidê wê yeke ku hin ji dewlemendên me jî dest avêtibin karekî weha. Ji bilî du kesên min li jor got.

Ji bona vê ez spasî birêz Bashar Moustafa dikim ku ew niha karekî weha dike. Nivîskarên kurd ji bêhntengiyê derdixe da ku ew bêtir binivîsîne. Helbet ev ked û xebatên wî dê bi avê de nere. Ji ber ku ”kî çi biçîne wê diçine”.