Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye

Ji 11ê Kanûna Paşîyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatîye standin. Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.

Navenda Nûçeyan- Ji 11ê Kanûna Paşîyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatîye standin.

Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.

Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê firokeyên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewargihandinê nekarine biçin herêmê.

Li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji bilî herdu welatîyên winda kesek dî jî heye lê ev demek e li gundî namîne.

Bianet

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist