Donald Trump nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyeke destxetî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û destxweşî lê kir.

Di nameyê de Donald Trump spasiya nameya Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li ser girîngiya hevkarî û pêwendiyên hevbeş ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

Serokê Amerîkayê di dawiya nameya xwe de hêviya serkeftinê li Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser destbikarbûna Donald Trump peyamek belav kir û got:

"Em hevkariya xwe ya xurt a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û em hêvî dikin ku em bi hev re ji nêzîk ve kar bikin ji bo pêşxistina aştî, aramî û nirxên hevbeş."

Bi navê Herêma Kurdistana Îraqê, ez pîrozbahiyê li Serok Donald Trump dikim ku wekî 47emîn serokê Amerîkayê dest bi kar kir."

Roja 08-12-2024an, di dema vekirina katedrala Notre Dameyê ya li Parîsê de, Serokê Herêma Kurdistanê bi Donald Trump re hevdîtinek kiribû.

Trump demê serokê hilbijartî yê Amerîkayê bû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist