Donald Trump: Min negotiye em dê hêzên xwe ji Sûriyeyê derxin

.

Serokê Amerîkayê ragihand ku wî negotiye dê hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişin û got, “Ez nizanim çavkaniya van nûçeyan çi ye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî pirsên rojnamegeran bersivandin.

Donald Trump anî ziman:

“Min negotiye em dê hêzên xwe ji Sûriyeyê derxin û ez nizanim çavkaniya van nûçeyan çi ye.”

Donald Trump da zanîn ku ew dê li ser çarenivîsa hêzên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biryarekê bidin.

Trump tevî ku red kir wî behsa vekişîna hêzên xwe yên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye jî amaje pê kir ku îdareya wî dê li mijara mayîna hêzan bifikire û got:

“Em dê li ser vê mijarê biryarê bidin.”

Donald Trump bal kişand ku ew beşdarî rûdanên li Sûriyeyê nebûne û da zanîn:

“Sûriyeyî bi xwe ji vê rewşa niha berpirsyar in.

Ti eleqeya Amerîkayê pê nîne û ew naxwazin ku Amerîka beşdarî vê rewşê bibe.”

Gotinên Serokê Amerîkayê piştî wê hat ku rojên borî, medyayên Tirkiye û Îsraîlê nûçeya ku Donald Trump, ji berpirsên Îsraîlê re gotiye ku ew dixwaze hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, belav kiribû.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye