Donald Trump: Em dê çekên zêdetir bişînin ji Ukraynayê re

.

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka dê "zêdetir çekên parastinê" bişîne Ukraynayê.

Hêjayî gotinê ye ku birêvebiriya Donald Trump hefteya borî şandina hinek alîkariyên ji bo Kîevê rawestandibû.

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Ukraynayî "rastî êrişên pir dijwar tên” û ew dê çekên zêdetir ên parastinê bişînin ji Ukraynayê re.

Trump her wiha "nerazîbûna" xwe ya li hemberî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nîşan da û got ku ew ber bi aştiyê ve pêngavan naavêje.

Moskow ji destpêka êrişa Rûsyayê ya ser Ukraynayê ya sala 2022yan ve ji bo pêkanîna armancên xwe yên stratejîk rijd e.

Rûsya daxwaza çar herêmên Ukraynayê û Nîvgirava Kirimê dike û dixwaze Kîev dev ji endamtiya NATOyê berde ku ev daxwaz ji aliyê Ukraynayê ve bi tundî tên redkirin.

Washingtonê hefteya borî ragihandibû, ew şandina hinek çekên ku diçin Ukraynayê bi awayekî demkî radiwestîne ku di nav wan de mûşekên sîstema parastina asmanî ya "Patriot" jî hene.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist