Dolar bûye 9,97 Lîreyê Tirk

.

Nirxê Lîreyê Tirk li hember dolar her diçe kêmtir dibe. Dolar bûye 9,97 Lîreyê Tirk.

Kêmbûna nirxê Lîreyê Tirk li dijî pereyên din didome. Dolar bûye 9,97 Lîreyê Tirk.

Duh dolar 9,82 Lîreyê Tirk bû, îro bûye 9,97. Euro bûye 11,42 Lîreyê Tirk û gramek zêr jî bûye 576 Lîre.

Sedemên zêdebûna nirxê dolar çi ne?

Nirxê Lîreyê Tirk, ji ber polîtîkayên pere yên Bankeya Navendî di du mehên dawiye de her ku diçe kêm dibû. Daneya enflasyonê ku duh li DYAyê hatibû aşkerekirin bi sedî 6,2an asta herî bilind ya 31 salên dawiyê dîtiye.

Vê yekê di bazarên global de bendewarî zêde kir ku FED a girêdayî enflasyonê ji dema plankirî zûtir  rêjeyên faîzê zêde bike û dolar jî dest bi xurtkirinê kiriye.

Di Twîtterê de rojev dolar e

Di vê navberê de zêdebûna dolar li ser Twîtterê bûye rojev. Li ser Twîtterê dolar bi etîketa #dolar10tl  bi hezaran hatiye parvekirin

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest