Doktorekî Kurd Di Têkoşîna Li Hember Parastina Ji Coronayê De Şehîd Ket

Doktorekî kurd bi navê Rêber Zandî, 62 salî li paytexta Swêd di dema alîkariya nexweşên xwe dike, ew bi xwe bi nexweşîya şewba koronayê qet û jîyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Rêber Zandî, di ciwantîya xwe de ji bo azadiya başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Seddam Huseyînî derketiye serê çiyayên Kurdistanê û şer kiriye. Di encamê şerekî de bi neh guleyan bi xidarî birîndar dibe. Sala 1984-an de bi birîndarî wek penaberekî siyasî tê Swêdê.

 

Rêber Zandi li Swêd dest bi avakirina jiyanek nû dike. Zanîngeha bijîjkîyê dixwîne, dibe bijîşkê pisporê dermanên giştî. Rêber, wek serdoktor bijîşkiya xwe li Stokholmê dimeşand. Li gorî malbatê, Rêber ne ew kesek ji koma rîska de bû. Her tişt destnîşan dike ku ew li ser karê xwe vîrusê digre.

 

Heval û hevpîşeyê Rêber dibê: - Swêd doktorekî pir jêhatî winda kir.

Rêber Zandî, bavê kurêke mezin û keçaka 8 salî bû.

Rêber Zandî lehengekî kurdê Kurdistanî û kurdê Swêdî bû.

Rupela Nu / Stockholm

 

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin