DMME: Mafê Mele Resûl Uçdagî hatiye binpêkirin

.

DMMEyê ji bo serlêdana wî melayê Amedî de biryara xwe aşkere kiriye ku ji ber li ser Facebookê fotograf weşandibûn bi tohmeta “propagandeya PKKyê kiriye” cezayê girtîgehê dabûyê. Dadgehê gotiye ku mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê binpê bûye.

Mele Resûl Uçdagê Amedî yê ku ji ber fotograf li ser Facebookê weşandibû û dadgehê cezayê girtîgehê dabûyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMMEyê biryar daye û gotiye “mafê azadiya xweîfadekirinê yê Uçdagî hatiye binpêkirin.”

Dadgehê Tirkiye bi 5 hezar Euro cezayê pereyan ceza kiriye û wê hezar û 736 Euro mesrefa dadgehê jî bi şûn de bidin melayî.

Resûl Uçdag li navçeya Sûrê ya Amedê dijî. Di Hezîrana 2016an de bi sedema ku di 2015 û 2016an de fotograf li ser Facebookê weşandine, bi tohmeta ku “propaganya PKKyê kiriye” lêpirsînname ji bo wî hatibû amadekirin. Dozgeriyê îdia kiribû ku Uçdagî “Pesnê pêkanînên tundkariyê yên PKKyê kiriye.”

Resûl Uçdag ji ber van fotografan hatibû dadgehkirin û di sala 2017an de 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birîbû. Biryara cezakirina melayî hatibû taloqkirin. Uçdag li dijî biryarê derketibû lê daxwazên wî nehatibû qebûlkirin. Wî jî serî li DMMEyê dabû.

Uçdagî gotibû ku bi vî cezayî azadiya xweîfadekirina wî hatiye binpêkirin.

“Sedema sûcdariyê nayê zanîn”

DMMEyê duh biryara xwe aşkere kiriye û diyar kiriye ku, hin bikarhênerên din ên Facebookê wî heman fotograf weşandine.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gotiye, daxuyaniya dadgehê têrê nekiriye ku bê ka ji ber çi ew fotograf weke sûc hatine qebûlkirin

Çavkanî: Bîanet

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn