Diyarbekir Li ser xebatên Zanyarê Kurd Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî sempozyûmek tê lidarxistin

.

Li Zanîngeha Dîcleyê li ser jiyan û xebatên zanyarê Kurd Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî sempozyûmek tê lidarxistin û di sempozyûmê de hat diyarkirin ku divê civak vî zanyarê bêhempa bêhtir binase.

Li gor di sempozyûmê de  hat eşkerekirin, Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî ew kes e ku di cîhanê de yekem robot ji aliyê wî ve hatiye çêkirin ku gelek berhemên wî yên wisa hene hem jiyana rojane hêsan dike û hem jî di warê bijîşkî de jî berhem dane. Beşdarên sempozyûmê, akademîsyen û nivîskaran eşkere kirin, Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî bi berhemên xwe bûye nirxek hevpar ê cîhanî.

Herwiha di sempozyûmê de bal hat kêşan ku gelek berhemên Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî negihîştine roja me û niha ji bo vê yekê li Diyarbekirê di Keleha Navîn de di vê çarçoveyê de lêkolîn tên kirin û berpirsên vê xebatê jî dibêjin ev lêkolîn wê zanyariyên nû derxin holê.

Hat ragihandin ku sempozyûma di 6 û 7ê Cotmehê de tê lidarxistin de û li gelek welatên wek Almanya, Brîtanya, Amerîka û Koreya Başûr di zanîngehan de girîngiyek mezin didin Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî, lê di zanîngehên Rojhilata Navîn de ev girîngî nayê dîtin û divê zêdetir xebat û lêkolîn werin kirin.

KAYNAK

Kurdistan Haberleri

DI SALVEGERA 60 SALÎYA PDKT DE PARADÎGMAYA NETEWEYÎ
Dadgehê Ciwanê Kurd Alî Çeven piştî 8 mehan dîsa berneda: Tenê gotibû 'Ez Kurd im!'
Feysel Yûsif: Divê doza Kurd di Sûriyeke nenevendî de bê çareserkirin
AMED - Dema rûxseta lêgerîna petrolê hat dirêjkirin
Piştî êrişa Îsraîlê 150 rojnamegerên Îranî ji kar hatin derxistin