Dîwareke 2,700 salî li Rojhilatê Kurdistanê hat dîtin

Li navçeya Serpêl Zehaw a Rojhilatê Kurdistanê dîwareke dîrokî hate dîtin ku dirêjahiya wê 115 km û 2700 salan berî niha hatîye çêkirin.

Navenda Nûçeyan- Tîmeke arkolojî û dîroknasiyê ya Îranî ragihand, ku wan li navçeya şûnwarî li Serpêl Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, dîwareke dîrokî dîtine ku bi keviran hatîye çêkirin.

Bi gotina wê tîmê dirêjahîya wê dîwarê dîrokî 115 km, panatîya wê 4m û bilindahîya wê 3m bûye û di navbera 2400-2700 salan berî niha de hatîye çêkirin.

Li gorî ajansa ISNA ya Îranê, xwendekarê arkolojîyê li Zanîngeha Tehranê, Secad Elî Bêygî wê dawîyê nivîsek li kovara zanistî ya Antiquity belav kirîye ku têde ragihandîye, paşmahîyên wê dîwarê dîrokî li navçeya Serpêl Zehaw hatîye dîtin û ji 1 milyon metrekub keviran pêk tê.

Li gorî zanyarîyan, ew dîwarê dîrokî ji çîyayê Bemo dest pê bike û heta nêzîkî gundê Jawmerg berdewam dibe.

Mebesta sereke ya ji çêkirina wê dîwarê dîrokî  xweparastin bûye ji êrîşên dujminan.

Bi gotina Secad Elî Bêygî, haya arkologan jî ji wê dîwarê tinebû, lê belê xelkê xwecihî ên navçeyê jê re dibêjin Dîwarê Gewre.

Çavkanî: Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin