Dijeterora Kurdistanê: Berpirsek û du çekdarên PKKê di bomberaneke Tirkiyeyê de hatin kuştin

.

Dijeterora Kurdistanê radigehîne, “Droneke artêşa Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên PKKê bombebaran kir, di encamê de sê kes hatin kuştin.”

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro (În, 23.08.2024) seet 11:00 ê sibehê, droneke artêşa Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên PKKê li nêzî gundê Tepereşê yê qezaya Seyidsadiqê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir, ku di encamê de berpirsekî PKKê û şofêrê wî û çekdarek hatin kuştin.

Pêştir çavkaniyeke ewlehiyê di wî warî de ragehandibû, “Dronekê li nêzî cadeya Seyidsadiq bo Helebceyê erebeyeke taybet bombebaran kir lê zirarên wê diyar nînin.”

Lê li dû zanyarên peyamnêrê K24ê ku di wê demê de eşkere kiribû, sê kes di wê erebeyê de bûn û du ji wan hatibûn kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûbû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist